Şandeke PDKê tevlî şeşemîn kongreya PYDê dibe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê tevlî 6. kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bibe.
PYD sibê şeşemîn kongreya xwe li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê lidar dixe. Partiyên Başûr bi taybet PDK jî ji bo kongreyê hatine vexwendin.
Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandeke PDKê diçe Rojava û biryar e sibe di kongreya PYDê de beşdar bibin.”




