26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke PDK-S kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li sekreter û şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) kir û di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi teybetî hat kirin.

Îro Şemiyê 19/9/2015 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi amedebûna Endamê Mekteba Siyasî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî Azad Berwarî ligel şandek ji Partiya Demuqrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S)ê civiya, ew şand ji Skertêrê PDK-S Seûd Mela, Endamên mekteba siyasî Ebdulhekîm Beşar , Kamîran Haco û Endamê Komîta navendî Seîd Umer pêk hatbû.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi teybetî hat kirin.

Serok Barzanî  tekez kir ku ewê piştevaniya Kurdê Sûriyê bikin  herweha serok Barzanî got ewê dijî terorê biseknin ta ku miletê kurd li Sûriyê bighe mafê xwe.

Ji aliyê xwe ve şanda PDK-Sê behsa rewşa xirab ya ku navçeyên kurdî Têde derbas dibe û bandora penaberiyê li ser Kurdistana Sûriyê kirin .

Şanda PDK-Sê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin û piştevaniya wî ji Encumena Niştîmaniya Kurdî re û ji miletê Kurdîre bi giştî .

Nûçeyên têkildar