Kompaniyayên kirîna ptrolê dê mehane 850 dolarî pêşkeşî Kurdistanê bikin

KDP.info-Hewlêr- Cîgirê serokê komîteya darayî li Parlementoya Kurdistanê ragehand ku, Herêma Kurdistanê ligel kompaniyayên petrolê rêkeftiye ku, mehane 850 milyon daolarî bidin Herêma Kurdistanê.
Dilşad Şeiban di daxuyaniyekê de ji KDP.info re got ku, li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, niha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî li Londonê ye, da ku pereyên mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê peyda bike.
Şeiban da zanîn ku, dema ku Herêma Kurdistanê ligel kompaniyayên kirîna petrolê rêkeftibû, bihayê her bermîlek petrol 65 dolar bû û jê 55 dolar bo Herêma Kurdistanê dima, lê niha tenê 39 dolar ji Kurdistanê re dimînin. Aştî Hewramî jî tekez kiriye ku, kompaniya razî bûne ku mehane 850 milyon dolarî pêşkeş bikin eger Kurdistanê rojan bêhtir ji 550 hezar bermîl di rojê de bişîne.




