26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ehmed Kanî: PDK xwesepandina ti aliyekî qebûl nake

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Berpirsê peywendiyên niştimanî û Iraqî yê PDK, Ehmed Kanî hêvî xwest ku di civîna bê ya aliyên siyasî de “nefesa xwesepandinê“ nemîne.
Ehmed Kanî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, itşta li cem PDk girîng ewe ku aliyên siyasî bigehine rêkeftinekê ku dilê hemû aliyan û bi taybetî xelkê Kurdistanê pê xweş be,
Kanî da zanîn ku, niha aliyên siyasî gehiştine rewşeteke baştir ji a ber derbarê lihevkirinê de “PDK jî her hewldanek ji bo xwesepandinê red dike” hêvî xwest jî ku di civîna bê de nefesa xwesepandinê nemîne.
Berpirsên peywendiyên niştimanî û Iraqî yê PDK tekez kirk u, niha tenê rêya lihevkirinê li pêş aliyên siyasî ye, ji ber ku Kurdistan di qonaxeke hestiyar de derbas dibe.
Herwiha tekez li ser wê yek kir ku, tişta niha li cem PDK girîng “peydakirina mûçeya xelkê ye.”

Nûçeyên têkildar