Serkirdeyên AKPê dibêjn ku ew dê surprîsan di hilbijartinan de bikin

KDP.info- Istenbol- Hilbijartiên pêşwext li Tirkiyê wek ezmûnete zehmet ji AKPê re ye, eger karî bi tena sere xwe hikûmetê pêk bîne, wê demê wê piştrast bike ku ew her li ser hêza xwe ye, lê eger nikarî wê rêjeya dengan bidest bixe, dê wê demê nizimbûna pêgeha wê ya cemawerî piştrast bibe.
Nivîskarê rojnameya Yenî Şefeq, Ebdulqadir Selfî nivîsiye ku, eger serkeftin û şikestina AKPê di hilbijartinan de heye, dê AKPê karibe rêjeya pêwîst a dengan bidest bixe, da ku hikûmetê bi tena serê xwe pêk bîne, lê dê rêjeya wê serkeftinê di metirsiyê de be.
Selfî diyar dike ku, ji bo bidestxistina dengên zêdetir. Dê AKPê kesên diyar bike surprîsa berbijêran.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan jî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona TRT da zanîn ku, pêkanîna hikûmetê ji aliyê yek partiyê ve baştir e ji hikûmeta hevpeyman.
Erdogan da zanîn jî ku, eger dengderên Tirk bi awayekî deng dan ku, hikûmeta hevpeyman bibe take bijarde, wê demê divê rêz li îradeya gel bê girtin.
Di hilbijartinên 7ê Hezîrana borî de, AKP nikarî rêjeya pêwîst a dengan bidest bixe, ji bo ku bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne, her yek ji HDP, MHP û CHP jî amade nebûn ku ligel AKPê hikûmeteke hevpeyman bînin, lewma hilbijartinên pêşwext ketin rojevê.
Hilbijartinên pêşwext jî dê roja 1ê Mijdarê birêve biçin.




