Arî Hersî: Bikaranîna mûçeya xelkê wek karteke guvaş ne ji rewişta PDKê ye

KDP.info- Hewlêr- Arî Hersîn dibêje ku, eger hinek şarezaiya siyasî li cem kesekî hebe, dê baş bizane ku arîşeya paşketina mûçeyê û krîza darayî, beriya pirsa serokatiyê bi gelekî derketiye holê, ew parlementerên ku PDK jî bi wê yekê tohmetbar dikin, gotinên wan tenê muzayede ye.
Ev çend rojin ku hijmarek parlementerên Kurdistanê di medyayê de dibêjin ku, PDK pirsa paşketina mûçeyê bi pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ve girêdaye.
Derbarê vê pirsê de, Parlementerê PDK li Parlementoya Kurdistanê, Arî Hersîn di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, PDK partiya herî mezine li Herêma Kurdistanê, xwe bi berpirsyar bermaber pirsgirêkê jiyana xelkê jî dizane, lewma PDK ti carî hizra wê yekê nake ku mûçeyê wek karetekê ji bo guvaşê bikar bîne “Ji ber ku ev dûr e ji morala siyasî ya PDK.”
Hersîn amaje kir jî ku, di dema derketina pirsgirêkên siyasî li her civakekê, kesê ku muzaydeyê dikin derdikevin.
Navborî tekez kir jî ku, eger ew parlementer ji “tohmetên bê bingeh” ên ku bo PDK ve girêdidin piştrast bin, çima weîzrên aliyên din li hikûmetê dernakevin û bi zelalî nabêjin PDK mûçeya xelkê paş dixe?




