Aliyên siyasî bo 8emîn car li ser pirsa serokatiyê dicivin

KDP.info-Hewlêr- Biryare îro Pêcşemê demjimêr 11ê nîvro aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, derbarê pirsa serokatiyê de bicivin.
Endamê şanda danûstakar a Partiya Demokrata Kurdistanê, Firset Sofî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re got ku, PDK bi hêvî dice civînê, da ku ligel 4 aliyên din bigehe rêkeftinê,
Firset Sofî hêvî xwest ku, civîna îro ya dawiyê be û aliyên siyasî bigehine rêkeftinê û dilê xelkên Kurdistanê xweş bikin.
Sofî amaje kir jî ku, dê ev civîn ji yên borî cudatir be, ji ber ku dê çenîn pêşniyarên nivîskî derbarê pirsa Serokataiya Herêma kurdistanê de hebin.
Ev civîna 8emîn e ku aliyên siyasî lidar dixin, civîna yekem jî roja 19ê Tebaxê destpê kiribû.




