Fûad Husên: Serok Barzanî pêşwazî li Salih Mislim kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, duhî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Hevserokê PYDê Salih Mislim û şandeke Amerîkayê kir.
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên di daxuyaniyekê da ragihand:
“Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê doh sêşem (15/09/2015) li Selaheddîn pêşwaziya birêz Saleh Muslim Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de bi amadebûna şandekî Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, di derbarê pêşhatan guftûgo hate kirin, û hemahengî û karê hevbeşê her dû aliyan bi taybet li proseya bereyên bergirî û şerê dijî rêxistina terorîstî ya Da'îş hate nirxandin.
Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16/09/2015”




