Fransa dê bi qasî 25 milyon dolar alîkariyan bide awareyên li Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Fransa ligel Parêzgarê Hewlêrê civiya û ragihand ku, welatê wê biryar daye ku bi qasî 25 milyon dolar alîkariyan bide penaber û koçberên ku niha li Herêma Kurdistanê ne.
Di wê hevdîtinê de rewşa penaber û koçberan hat nirxandin, herwiha behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kirin.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî pesnê alîkariyên Fransa bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê da û rola konsulxaneya Fransa li Hewlêrê bilind nirxand.
Serkonsulê Fransa li Hewlêrê Alan Gîpgan ragihand ku welatê wî biryar daye ku bi qasî 25 milyon dolar alîkariyan bide penaber û koçberên ku niha li Herêma Kurdistanê ne.




