Mecaristan sînoran asê dike..Derbasbûna qaçax sûc e

Ajans-KDP.info- Welatê Mecaristan sînorê xwe yê ligel Sirbistanê bi temamî girt. Sînorê 175 kîlometre yê ligel Sirbistanê bi temamî bi têlên dirî yên 4 metroyî bilind hate girtin.
Li Mecaristanê deriyê sînor yê normal jî ji bo koçberan hate girtin. Jibilî wê yekê jî, ji nîvê şevê ve êdî derbaskirina sînor bi qaçaxî weke sûc tê hesbandin û dikare bi heta 3 sal girtîgeh bê cezakirin. Eger têla li ser sînor bê xirabkirin, ew ceza dikare bibe heta 5 sal jî. Li şûna girtîgehê, kesê cezakirî dikare werê dersînorkirin jî.
Di van rojên dawî dîmênên tradejîk yên bi hezaran koçberên li Hûngaryayê asê mayî belav bibûn, ku hewl didan di ser Mecaristanê re derbasî Nemsa û Almanyayê bibin.
Piştî ku Almanya û Nemsayê ji ber pêla koçberan li ser sînorên xwe dest bi kontrolan kirin, Hûngaryayê jî sînorê xwe yê ligel Sirbistanê bi temamî girt.




