Parlamenterên ewropî bo lêkolînê çûn Cizîrê
__2015_09_15_h22m2s23__LB.jpg)
Cizîrê-KDP.info- Hevseroka Freksiyona Partiya Keskan li Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Kesk a Almanyayê Cem Ozdemir serdena navçeya Cizîrê ya Şirnexê kirin û li wê derê derbarê bûyerên qewimî de lîkolîn kirin.
Parlamenterên endamên Parlamentoya Ewropayê ewil serdana Şaredariya Cizîrê kirin û piştre ji bo lêkolînan çûn taxa Nurê ya herî lê zêde bûyeran rû dayîn.
Hevserokê Partiya Kesk a Almanyayê Cem Ozdemir amaje kir wan ji bo piştgiriya xwe bidin nîşanda serdan kirine û got: “Êşa we êşa me ye. Kî be bila bibe hemû mirovên mirin xwişk û biryaên me ne. Ne cara ewil e ev beton tên qulkirin. Beriya niha jî hatibûn qulkirin, lê jixeynî êş û zereran ti encam jê derneketibû. Ez bang li hemû aliyan dikim ku di vê cejnê de çekan bêdeng bikin.”




