26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê diyar bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja 23ê vê mehê heta 29ê mehê, bêhnvedana Cejna Qurbanê ye.

Piştî 2 meh û nîvan, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro civiya.

Piştî civînê, berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyeke nivîskî de bêhnvedana Cejna Qurbanê destnîşan kir û got, bêhnvedna cejnê ji roja çarşemê (23ê Îlon) dest pê dike û roja 29ê mehê diqede.

Li gorî daxuyaniyê, sazî û navendên fermî dê roja 30ê mehê bên vekirin û dewam dê dest pê bike. 

Nûçeyên têkildar