Ji ber hevahengiya Pêşmerge û Artêşa Amerîka, ti carî sivîlan ziyan nedîtine

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke hevbeş ya Wezareta Derve û Artêşa Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de asta bilind ya hevkarî û hemahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan jî hate kirin ku bûye sedema serkeftina operasiyonên hevbeş, herwiha bûye sedem ku ti carî sivîl ziyanan nebînin.
Îro Sêşemê 15/9/2015 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke wezareta derve û artêşa Amerîkayê kir ku ji her yek ji Cîgirê alîgirê wezîrê derve Brett Mcgurk, Konsulusê Amerîkayê yê li Îraqê Stuart Johns, Jeneral Cames Tiry û Jeneral Tony Tomas û çend psporên din pêk hatibû.
Di hevdîtinê de behsa rewşa meydanî ya eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê li Sûriya û Iraqê, amadekariyên prosesa azad kirima Mûsilê û çawetiya ji nav birina terorîstên DAIŞê û karên hevbeş yên di navbera Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de hate kirin.
Herwiha behsa asta bilind ya hevkarî û hemahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan jî hate kirin ku bûye sedema serkeftina operasiyonên hevbeş, herwiha bûye sedem ku ti carî sivîl ziyanan nebînin.
Her di hevdîtina han de heyeta Amerîkayê piştgiriya xwe bo Kurdistanê û zêdetir hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge diyar kir.
di dawiya civînê de giftûgo li ser çend mijarên din weke peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşeroja Sûriya û deverê jî hate kirin




