26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka dixwaze Kurdistan giringiyê bide şerê li dijî DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê zêdetir ji her tiştekî giringiyê bide şerê li dijî terorê û DAIŞê.

Îro Sêşem 15/9/2015 Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Amerîkayî kir ku ji her yek ji Konsulusê Amerîkayê yê li Iraqê Stuart Johns, Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Brett Mcgurk û çend psporên dîplomatîkî û leşkerî yên Amerîkayê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de rewş û pêşhatên dawî û herwiha rewşa Iraq û Kurdistanê, rewşe ewlekarî û şerê dijî terorîstên DAIŞê û ew şikestên ku li ser destên hêzên pêşmerge rastî terorîstan hatine hatin nîqaşkirin.

Her di vê derbarê de heyeta Amerîkayî tekez li ser dom kirina hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge kir.

Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa pirsa Serokatiya Kurdistanê jî hate kirin û heyeta mêwan piştgîriya xwe bo domandina danûstanên heyî yên di navbera aliyên siyasî de bo çareser kirina pirsa han diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e di pêvajiya niha de Kurd zêdetir giringî bi şerê dijî terorîstên DAIŞê bide, heyet herwiha hêvî xwest ku di rojên pêş de aliyên siyasî yên Kurdistanê lihev bikin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hewlên Konsulusê Amerîkayê û herwiha artêşa Amerîkayê kir ku heta niha gelek bi başî hevkariya Hêzên Pêşmerge kirin lê bo pêvajoyên nû pêdiviya me bi plan û piştgîriyên nû hene bi taybetî pêwîste Amerîka bo azad kirina wan deverên ku di destê terorîstan de mane hevkariya Hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê bike.

Derbarê pirsa Serokatiya Kurdistanê de jî Barzanî anî ziman ku danûstandinên navbera aliyên siyasî didomin û hewlên han yên bo gehêştin bi encamekî erênî gelek cidîne
 

Nûçeyên têkildar