Belçîka: Kurd gelekî mirovdost û aştîperwer e..Pêwîst e em zêdetir alîkariya wî bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke senatorên Belçîkayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku, gelê Kurd gelekî mirovdost û aştîperwer e û pêwîst e civaka navdewletî zêdetir alîkariya wî bike.
Îro Duşemê 14/9/2015 Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke senatorên civata pîran ya Belçîkayê bi Serokatiya senator Alan Distek kir.
Di hevdîtina han de ku tê de çend senator, şêwermend û nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li EYê tê de beşdar bûn, heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir û herwiha spasiya qurbanîdan û berxwedana hêzên pêşmerge kir.
Serokê heyeta mêwan herwiha eşkere kir ku hijmareke gelek zêde penaber li Kurdistanê de hatine bicîhkirin û got: “Gelê Kurd gelekî mirovdost û aştîperwer û lazime civaka cîhanî zêdetir hevkariya gelê Kurd bike.”
Di berdewamiya civîna han de behsa kêşeyên însanî û sedemên kêşeyên heyî yên li deverê de hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî bi awayekî berfire behsa rewşa deverê kir û balkêşande ser sedemên kêşeyên heyî ku bûne sedema na aram bûna deverê.
Mesrûr Barzanî got: “Eger dixwazin rewşa deverê aram be lazime sitraktora siyasî ya deverê li ber çavan re derbas bikin û ew yek jî erkê yekemîn yê civaka cîhaniye.”
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û herwiha pêşrewiyên hêzên pêşmerge hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku pêdiviya Kurdistanê bi hevkariya civaka cîhanî heye.
Di dawiya hevdîtinê de heyeta mêwan eşkere kir ku vê di civata pîran ya Belçîkayê de hewl didin daku Beljîka û YEê di tevahiya waran de hevkariya zêdetir pêşkêşî Kurdistanê bikin




