Encmena Kurdên Êzîdî hat pêkanîn
__2015_09_14_h18m58s55__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbû li ser pêkanîna Encumena Kurdên Êzîdî. Endamekî wê encumenê jî dibêje, pêkanîna vê encumenê tiştekî girîng e û dibe mala hemû kurdên êzîdî ku li Herêma Kurdistanê û welatên cihanê dijîn.
Şêx Şamo Endamê Encumena Kurdên Êzîdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêkanîna vê encumenê tiştekî girîng e û dibe mala hemû kurdên êzîdî ku li Herêma Kurdistanê û welatên cihanê dijîn.”
Şamo wiha got: “Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya kurdên êzîdî rêxistina civaka xwe heye. Bila ti kes nebêje ew tiştekî siyasî ye. Kurdên êzîdî bi rezîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna encumenekê taybet bi wan pir kêfxweş in. Di Destûra Kurdistanê ya nû di jî mafê pêkhate û kêmîneyan parastî ye bi teybetî di pêkanîna encumenan de, ku mafê her aliyekî heye ji xwe re encumenekê pêk bîne.”
Wî endamê Encumena Kurdên Êzîdî wiha domand: “Encumena me ji 100 kesî pêk tê û % 10 ji endaman dê jin bin, herwiha % 70 ji endaman ji xelkê Şingalê bin. Kesên rewşenbîr li xwe digire. Dabeş dibe ser 8 komîteyan. Her komîteyek di ware xwe de kar dike.”




