25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê projeyên xizmetê bo Zargelê peyda kiriye..Xelk ji ber PKKê venagerin

Çavkanî: KDP.info

Rewandiz-KDP.info- Qayimqamê bajarokê Rewandiz ragihand ku, piştî bombebarana ser gundê Zargelê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû xizmetguzarî bo wî gundî pêşkêş kiriye, lê ti kes ji wan venagere, ew ji ber hebûna navend û baregehên PKKê li wir.

Sîrwan Rojbeyanî Qayimqamê bajarokê Rewandiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê gundê Bokrîskan vegeriyan malên xwe, lê xelkê gundê Zargelê venegeryane, tevî ku pirojeyên xizmetguzariyê wek cade û av û karebayê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine peydakirin û ti pirsgirêka wan nemaye.”

Rojbeyanî wiha got: “Xelk ji ber PKKê venaerin, ji ber ku cih û baregehên PKKê li wir û ditirsin balafirên Tirkiye dîsa li wan bidin.”
 

Nûçeyên têkildar