26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Senatorên Belçîka: Divê civaka navdewletî spasdarê xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku Kurdista destê dostanî û aştiyê bo hemû pêkhate û mezheban dirêj dike û daûbare kir ku divê garantiyek hebe ku koçber bikarin bi dilniyayî vegerin ser axa xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro duşeme, 14ê Îlonê li Selahadin pêşwaziya şandek ji senatorên Belçîka ya di bin serokatiya senator Alein Detiks de kir.

Di hevdîtinê de şanda mêvan behsa xebat û xweragiriya gelê Kurd û Pêşmergeyan kir û herwiha amaje bi tekoşîn û xebata Barzaniyê nemir kirin, ew weke qehremanek dîrokî wesf kirin.

Şanda mêvan diyar kir ku hevsoziyek taybet ê gelê Belçîkayê li gel gelê Kurd heye û tekez kirin ku divê civaka navdewletî spasdarê xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê be ku bi tevê hemû astengiyan jî alîkarî dane koçberan. Şandê herwiha daxuyand ku divê Yekitiya Awropayê zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî spasiya helwesta Belçîka û dewletên hevpeymanan kir ku bi dilsozî alîkarî dane gelê Kurd û Pêşmergeyan. Barzanî behsa gefa terorê ya li ser KurdistanÊ, navçe û cîhanê kir û tekez kir ku tekoşînê li dijî terorê karê hemû aliyane.

Barzanî got ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyanê ye û cudahiya tayfî û olî nake, ti caran jî nabe beşek milmilaneya teyfî û mezhebî ya li herêmê.

Derbarê tekoşîna li dijî terorê de jî Serok Barzanî daxuyand ku divê teror bê têkbirin û garantiyek hebe ku xelkên koçber bikarin bi dilniyayî vegerin ser mal û milkên xwe.

Di hevdîtinê de herwiha pêwendiyên Belçîka û Kurdistanê û Hewlêr û Bexdayê jî hatine gotûbêjkirin. 

Nûçeyên têkildar