Li Cizîrê dîsa qedexekirina derve hat ragihandin
__2015_09_13_h20m1s1__LB.jpg)
Cizîrê-KDP.info- Parêzgariya Şirnexê derketina kolanan li navçeya Cizîrê dîsa ragihand.
Parêzgariya Şirnexê li navçeya Cizîrê piştî qedexekirina 8 rojan li navçeyê dîsa qedexekirina derketina kolanan ragihand.
Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hat gotin, îro ji saet19.00 heta fermanekê duyem li navçeya Cizîrê derketina derve hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniya parêzgariya Şirnexê de wiha gotin: “Ji bo girtina endamên rêxistina cudaxwaz a terorîst û ji bo ewlehiya gelê me û malên wan, ji 13ê Îlona 2015an saet 10.00ê heta fermanekê duyemîn derketina kolanan hatiye qedexekirin.”
Hêzên Tirkiyê, ji roja 4ê vê mehê heta 12ê vê mehê li Cizîra Botan rewşa awarte ragihandibû û derketina derve hatibû qedexekirin. Internet, telefon û elektrîka bajêr hatibû birîn û xelkê bajêr di tengaviyeke mezin de bûn.
Di heyama ragihandina qedexekirna derketina kolanan de bi giştî 22 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabû ku 16 jê bi fîşekan hatine şehîdkirin û 6 kes jî ji tirsa û ji ber sedemên din jiyana xwe ji dest dabûn.
Îro piştî nîvro, cenazeyên 16 kesan bi merasîmekê girseyî hatin veşartin.




