DAIŞ 26 kurd li Mûsilê girtin..Tobe jî kiribûn

Mûsil-KDP.info- Çekdarên DAIŞê 26 Efser û Serbazên Artêşa Iraqê yên Kurd li rojhilatê Mûsilê destgîr kirin.
Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê berdewam in di destgîrkirina ew kesên ku berê karên rêveberî li Mûsilê dikirin.”
Navborî got: “Îro çekdarên DAIŞê li taxa Gogcile li rojhilatê Mûsilê 26 Serbazên kurd destgîr kirin. Di nav wan de 26 serbazên Kurd de 5 Efser in”
Seîd Memozînî amaje bi wê jî kir: “Piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, ew serbazên Kurd hetibûn girtin. Lê dûvre tobe kiribûn û hetibûn berdan. Lê belê çekdarên DAIŞê dîsa ew bi tuhmeta ku wan berî ana xizmet kirine di nav Artêşa Iraqê de destgîr kirin.”




