26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê 12 çekdarên DAIŞê hatine girtin

Çavkanî: KDP.info

Daquq-KDP.info- Li Kerkûkê 12 çekdarên rêxistina DAIŞê ku dixwestin dize bikin navenda bajêr û navçeya Daquqê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

Rêveberê Asayîşa Daqûqê Pola Delo ji malpera KDP.info re ragehand ku komek çekdarên DAIŞê ku ji 12 kesan pêk dihat xwestin dize bikin û bêne nava bajarê Kerkûk û navçeya Daqûqê û çalakiyekê encam bidin.

Delo got: ”Piştî rizgarkirina 10 gundên Daqûqê, nêzîkê 200 malbatên rizgarkirî ji wan gundan hatine veguwestin. 12 çekdarên terorîst jî xwe di nava van malbatan de veşertibûn û dixwestin dize bikin herin Kerkûk û Daquqê. Lê belê hatine girtin.”

Pola Delo diyar kir ku di lêpirsîna destpêkê de van çekdaran lixwe mikûr hatine ku armanca wan ew bûye ku li Kerkûk û Daquqê çalakiyan bikin û herwiha beşdarê gelek pevçûnan bûne li dijî Pêşmerge.
 

Nûçeyên têkildar