Li Cizîra Botan 16 cenaze hatin veşartin

Cizîrê-KDP.info – Li bajarê Cizîra Botan ê Bakurê Kurdistanê, cenazeyên 16 kesên sivîl ên ji aliyê hêzên Tirk ve hatibûn kuştin, lê kêleka hev hatin veşartin.
Di heyama çend rojên borî de bi giştî 22 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 16 jê bi fîşekan hatine şehîdkirin û 6 kes jî ji tirsa û ji ber sedemên din jiyana xwe ji dest dane.
Îro piştî nîvro, cenazeyên 16 kesan bi merasîmekê girseyî hatin veşartin û got, ew hemû sivîl in û di nav kesên ku hatine kuştin de ti şervan yan jî gerîlayekî PKKê tine.
Cenazeyên 6 sivîlên din jî beriya niha hatibûn veşartin. Di nav wan sivîlên ku di bûyerên Cizîra Botan de hatine kuştin, ji zarokên sava bigire heta kalemêrê 75 salî hene.
Hêzên Tirkiyê, ji roja 4ê vê mehê heta 12ê mehê li Cizîra Botan rewşa awarte ragihandibû û derketina derve hatibû qedexekirin. Internet, telefon û elektrîka bajêr hatibû birrîn û xelkê bajêr di tengaviyeke mezin de bûn.
Piştî rabûna qedexeyê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Selamî Altinok jî gotibû, li Cizîra Botan “32 terorîst” hatine kuştin û tenê sivîlekî jiyana xwe ji dest daye!




