Derbarê “serxwebûnê” de daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info – Serokatiya Herêma Kurdistanê red kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibe serxwebûna Kurdistanê ne mimkun e.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê Meûsd Barzanî ligel kanala teelvizyonî ya Russia Elyewim de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “roja pêncşemî 10ê Îlonê televizyona Russia 24 a rûsî çavpêkevtinek ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam daye û Barzanî jî bersiva çend pirsyarên vê televizyonê daye.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand: “Mixabin ji ber şaşiya beşa erebî ya kanala televizyonî ya Rûsya Elyewim (Russia Today), wergêranek nedirust bo beşek ji bersiva Serok Barzanî ya derbarê serxwebûnê de hat kirin û wek xwe serederî ligel nehat kirin û wiha hat behskirin ku qaşo Serok Barzanî serxwebûn bi mijarek nemimkun dizane.”
Duh 12ê Îlonê kanala televîzyonî ya Rûsya El Yewm ji zarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî belav kiriye, ku Serok Barzanî di hehvpeyvînê ligel wê televizyonê de tekez kiriye, ji ber rewşa siyasî ya niha û rewşa ewlekariya Iraqê ya niha serwebûna Kurdistanê nemimkun e û ti garantî jê re nîne. Daxuyaniya serokatiyê wiha radigihîne: “Li vir em ji gist aliyan re radigihînin ku ser û binê vê şiroveyê nedirust e.”
Daxuyanî wiha dom dike: “Di bersiva pirsyara ku çawan li ser axa Kurdistanê derft bên parastin û Kurdistan ber bi pêş ve here, herwiha astengên li hember pêşketinê çi ne û nîna Barzanî bo paşerojê çî ye? Serok Barzanî bi vî awayî bersiva Rûsya El Yewm daye: Em nikarin arîşeyên herêmê nebînin, gerek em dîmenê hemû herêmê bibînin.
Rewşa me bandorê ji derve jî werdigre. Astengî û metirsî gellek in û derfet jî zêde ne. DAIŞê gef e bo hemûyan û guhertinên herêmî û kêmbûna buhayê petrolê, ew hemû metirsî û asteng in. Di hemen demê de jî ew yek hat piştrastkirin ku em ne gef nib o ti kesî, belku em faktora asayişê li herêmê ne û di aliyê aborî de jî rol dibînin. Me ligel Iraqê gellek hewl da ku roleke sereke bibînin û arise nemînin, lê belê arise her wek xwe mane. Di encamê de wek millet mafê me ye ku em ber bi serxwebûnê ve biçin. Ji wê zêdetir nayê tehemulkirin, lê belê pêwîst e bi xweşî û lihevhatinê be.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gotinên Serok Barzanî gellek zelal û aşkere ne û bi ti awayekê nemimkunbûna serwebûnê di axavtinên Serok Barzanî de nehatiye.”
Herwiha di beşeke din a vê adxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku piştî lidûvçênan, beşa erebî ya kanala Rûsya El Yewm pêdeçûn bi nûçeya xwe de kiriye û ew nûçe sererast kiriye û herwiha daxwaza lêborînê jî li xwandevan û bînerên xwe kiriye.




