Husên: 2 pêşniyarên nû li ser pirsa serokatiyê hebûn..Encama dawî di civîna bê de ye

Hewlêr-KDP.info– Civîna partiyên şirîkên hikûmetê yên Başûrê Kurdistanê ji bo cara heftemîn li ser kirîza serokatiyê bo roja Pêncşema hat paşxistin. Biryar e di civîna bê de ew partî bigihên encama dawî.
Kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê heta niha jî didome û partiyên şirîkên hikûmetê îro cardin li ser wê kirîzê li Hola Sead Ebdullah ya bajarê Hewlêrê civiyan. Piştî civînê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên konferanseke rojnamevaniyê lidar xist û behsa civînê kir.
Fûad Husên ragihand: “Civîna îro tekez li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên siyasî yekrêz bin û vê pirsê bi hev re çareser bikin. Di civîna îro de jî çend pêşniyar hatin pêşkêşkirin û gotûbêj li ser wan kirin.”
Husên wiha got: “Aliyên siyasî ew pêşniyar pêşkêş kirine û bi başî gotûbêj li ser wan hatin kirin. Civîn hat paşxistina da ku aliyên siyasî biçin cem partiyên xwe û wan pêşniyaran bi hevre binirxînin. Di civîna bê de, dê her aliyek û pêşniyarên xwe bîne civîne, da ku bigihên encama dawî.”
Fûad Husên wiha domand: “Ev pêvajo heta niha bi awayekî baş pêşve çûye. Rast e civînên me dirêj kirin, lê mijarên wan girîng in. Di civînan de ne tenê behsa mijara serokatiyê tê kirin, lê belê pêşeroja Kurdistanê jî tê gotûbêjkirin.”
Derbarê pêşniyarên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin, Husên ragihand: “Ez behsa wan pêşniyaran nakim, lê ew pêşniyar li ser awayê hilbijartin û desthilatên serokê Herêma Kurdistanê ne. 2 pêşniyarên nû derbarê wan herdu mijaran de.”




