26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Lihevkirina aliyên siyasî dê karên komîteya amadekirina destûrê hesantir bike”

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Endamekî komîteya amadekirina destûra Herêma Kurdistanê dibêje ku, eger aliyên siyasî bigehine rêkeftinekê, dê karê komîteya wan hesantir bibe.

Ebdulkerîm Xesro di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji nihe de ew çaverê ne ku Parlementoya Kurdistanê heyama karê komîteya amadekirina destûrê dirêjtir bike, ji ber ku dema wan bidawî hatiye û hê kar li ser milê wan maye.

Navborî tekez kir ku, dema dirêjkirina heyama karê wan ne dereng e, ji ber ku ew pirsên ku komîteya destûrê wan gotûbêj dike, heman pirsin ku aliyên siyasî di navbera xwe de gotûbêj dikin, lewma eger aliyên siyasî bigehine rêkeftinekê, dê karê wan hesantir bibe.
 

Nûçeyên têkildar