Serok Barzanî: Serxwebûn mafê gelê Kurd e

KDP.info-Hewlêr- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand: Mafê Xelkê Kurdistanê ye xwezayî ye ku gavên xwe ber bi serxwebûnê ve bavêjin. Lê rewşa niha garantiya serxwebûnê nade.
Di hevpeyvînekê de li gel kenala Russiya Today de ku duh 12 Îlonê hate belav kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Mafê gelê Kurde ku gavekê ji bo bidestxistina serxwebûnê bavêje.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez jî kir: Herêma Kurdistanê girîngiyek mezin dide yekalî kirina pêngava serxwebûnê lê bi şêweyekî aştiyane û gotûbêj kirin ligel Bexda. Lêbelê Bexda jî niha rastî çend pirsgirêkan tê ji xeynî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de.
Serok Barzanî got jî: “Pêwîste bi rengekî li pirsa cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê were nerîn ku ew pirsek demokratî asayî ye. Di rêya wergirtina nerîn û îradeya xelkê re.” û amaje bi wê jî kir: “Kurdan herdemê hewldane ku Iraq bibe welatekî fedral û demokrat.”




