Parlementoya Ewropayê piştgiriya proseya siyasî li Herêma Kurdistanê dike

KDP.info-Hewlêr- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragehand ku, rûbirûbûna terorê bi hewlên kirdarî û cidî yên hemû aliyekî ye, tekez kir jî ku, nabe tenê ji aliyê leşkerî ve şerê terorê bê kirin, lê divê ji aliyê hizrî û aborî û civakî ve jî şerê wê bê kirin.
Ev daxuyaniya Serok Barzanî di çarçoveya pêşwazîkirina şandeyekê ji Parlementoya Ewropayê de bi serokatiya parlementerê frakesyona parêzgar û çaksazîxwazan, Çarlz Tenok, hat, îro Şemiyê.
Di hevdîtinekê de şandeya mêvan piştgiriya xwe ji proseya siyasî û geşbûna Herêma Kurdistanê re anî ziman, herwiha spasiya rola Serok Barzanî û canfîdayiya Pêşmergeyên qehreman di şerê li dijî terorîstan de kir.
Şandeya mêvan piştgiriya xwe jî bo alîkariyên leşkerê û mirovî bo Herêma Kurdistanê dupat kir. Herihwa spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, di pêşwazîkirin û hawarçûna penaber û koçberan de.
Herihwa şandeya Ewropî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku, nêrîna xwe derbarê çareserkirina krîza penaberan, şerê terorîstan û çareserkirina pirsgirêkên kûr ên Iraq û navçeyê de bîne ziman.
Di bermaber de Serok Barzanî bixêrhatina şandeya mêvan kir, herihwa behsa şerê li dijî terorê kir û amaje bi qehremaniya Pêşmergeyên Kurdustanê di şikandina efsaneya terorîstên DAIŞê de, kir.
Serok Barzanî da zanîn jî ku, bi hewl û kiryarên cidî yên hemû aliyan şerê terorê tê kirin, bi pêwsît jî zanî ku nabe trnê mamele ligel derencamên van krîzên kûr bê kirin, lê pêwîste sedemên wê krîzê werin jinavbirin.
Serok Barzanî tekez kir jî ku, nabe tenê ji aliyê leşkerî ve şerê terorê bê kirin, lê divê ji aliyê hizrî û aborî û civakî ve jî şerê wê bê kirin.
Serokê Herêma Kurdsitanê bi baş jî zanî ku, civaka navdewletî alîkariya wan koçberên di kampên li Tirkiye, Urdin, Libnan û Herêma Kurdistanê de bike.
Derbarê şer Tirkiyê û PKK de jî, Serok Barzanî amaje kir ku, beriya niha gavên baş bo proseya aştiyê hatibûn avêtin, cihê mixabiniyê jî ku niha şer destpêkiriye. dê Herêma Kurdistanê jî berdewam be li sr hewlên xwe bo rawestandina şer û vegera aliyan bo ser mêza danûstandinê.




