Civîna 5 alî bo pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve dçe

KDP.info- Hewlêr- Biryar e sibe Yekşemê aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li ser pirsa serokatiyê bicivin, endamekî şandeya PDK jî dibêje ku, eger çend bijarde hebin, dibe ku rêkeftin çêbibe.
Endamê şande danûstankar a PDK, Firset Sofî ji KDP.info re ragehand ku, eger sibe aliyên siyasî zêdetr ji bijardeyekê pêşkeş bikin, dê rêkeftin pêk were, lê eger aliyên siyasî li ser helwestên xwe yên kevin rijd bin, gehiştin bi rêkeftinekê zehmet e.
Sofî da zanîn ku, arîşeyeke yasyaî heye lê valahiya siyasî nîne, lewma pêwîste ew pirs were çareserkirin yan jî hilbijartin werin kirin, nabe rewş bi vî awayî berdewam be, pêwîste lihevkirineke siyasî pêk were û di çarçoveya yasayê de li parlementoyê were pesendkirin.
Biryar bû heftiya borî ew civîn pêk hatibe, lê li ser daxwaza YNK hatibû paşxistin, lewma civîn sibe demjimêr 11 li hola Seid Ebdulla li Hewlêrê birêve biçe.




