26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevseroka Şaredariya Cizîrê ji kar hat dûrxistin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Cizîr- Hevseroka Şaredariya navçeya Cizîrê Leyla Îmret ji aliyê Wezareta Karên Navxwe yê Tirkiyê ji kar hate dûrxistin. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê Îmret de bi tohmeta ”Li dijî hikûmetê serhildana çekdarî, propagandaya terorê” lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî vê lêpirsînê wezareta navborî jî Îmret ji kar girt.

Leyla Îmrat 27 salî ye û xelkê Cizîrê ye. Di 5 saliya xwe de bavê wê hate qetilkirin û li ser vê yekê li malbata wê koçê Almanya kir û li wir jiya. Îmret di hilbijartinên şaredariyan de ji sedî 83’ê dengan wergirtibû.

Eve heftêyeke li navçeya Şirnex Cizîrê şer û pevçûn hene û hêzên ewlekariya Tirkiyê dorpêç danîne ser navçeyê.

Îmret roja 8’ê Îlonê ji bo ajansa ViceNewsa Amerîkî axivîbû û gotibû ku Tirkiye hatiye ber deriyê şerê navxweyî. 

Nûçeyên têkildar