Parlementoya Kurdistanê li ser diyardeya koçberiyê dicive

KDP.info- Hewlêr- Cîgirê Serokê Komîteya Mafên Mirovan li Parlementoya Kurdistanê dibêje ku, hejmarek parlementer yadaştek arasteyê serokatiya parlementoyê kirine ku têde daxwaza civîneke neasayê bo diyardeya koçberiyê kirine.
Feyrûz Teha Akreyî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, heta niha amareke temam derbarê hejmara kesên ku koçber bûne nîne, lê ew dê di civîneke neasayî ya Parlementoya Kurdistanê wê diyardeyê û sedemên wê gotûbêj bikin.
Feyrûz da zanîn ku, raste ew diyarde bûye mijareke gerim a rojevê, lê hin dezgehên medyayî ew diyarde gelek mezin kirin, raste hinek welatan derî li pêş koçbran vekiriye, lê hine kes hine ku ev çend salin li wan welatan ne û mafê penaberiyê wernegirtine.




