Mekka: Hejmara kuştiyan geihşte 107 heciyan

KDP.info-Mekka- Di rûdana rûxyana vîncekê de li Mekkeyê, hejmara kesên jiyana xwe jidestdane gehişte 107 kesan. 238 kes jî birîndar bûne. Hate zanîn ku 3 kes ji birîndaran xelkê Başûrê Kurdistanê ne.
Nêzîkê 800 hezar hecî ji bo erkê xwe yê ayînî li bajarê Mekke ya Erebîstana Suudî ne. Di rojên dawî de jiber baran, firtoneya tozê û lehiyan li Mekkeyê jiyan radiweste. Doh danê êvarî jî, brûskê li vîncekê li nav Kabe’yê da û vînc li ser heciyan de ket.
Di encama vê rûdanê de 107 kesan jiyana xwe jidestdan û 238 kes jî birîndar bûn. Hate zanîn ku piştî rûdanê hêzên ewlekariyê yekser mûdaxaleyê cihê bûyerê kirine.
Vinc di navbera Mescidil Heram û Qesra Qeyser de hilweşiyaye.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Olî Serdar Qurbanî bo BasNews ragehand di vê rûdanê de 3 kes ji hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê jî birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneyan di bin çavdêriya pijişkan de ne.




