26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS li gel "Elexder Elibrahîmî" dicive

Çavkanî: KDP.info

serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê siyasetmedar "Fêsel Yesif" di dengkirineke telîfonî de ji bajarê Şamê ji malpera Avesta re ragihand, ku şandiyarê navnetewî "Elexder Elibrahîmî" vexwendineke fermî ji ENKS re şandiye bo pêkanîna hevdîtinekê di navbera Elibrahîmî û ENKS de li li bajarê Şamê, ENKS jî ji aliyê xwe ve ew vexwendin erêkiriye û wê îro 22-10-2012 bi şandeke fermî li paytexta welatê Sûriyê li gel şandiyarê navnetewî bicive.


Herweha Fêsel Yûsif navên endamên şanda ENKS ji Avesta re ragihand:

1- Fêsel Yêsif: Serok.

2- Cemal Şêx Baqî: Endam.

3- Dr. Ebdilkerîm Umer: Endam.

4- Dr. Ehmed Silêman: Endam.

5- Ehmed Sîno: Endam, lê ew di dema çûna xwe de bo bajarê Şamê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rêjîma Sûriyê ve li balefirgeha Qamişlo di sibeha roja 21-10-2012 de hate girtin.

 

Nûçeyên têkildar