Mesrûr Barzanî: Veger bo îradeya gel baştirîn bijarde ye
__2015_09_10_h21m21s1__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Neteweyên Yekbûyî kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, veger bo gel û îradeya gel baştirîn bijarde ye bo çareserkirina kêşeyên heyî.
Îro Pêncşemê 10-9-2015 Şêwermendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nunerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY yê li Iraqê Jan Kubis û heyeteke pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de heyeta mêwan jiber afirandina derfeta hevdîtina han û herwiha jiber hevkarî û hemahengiyên Kurdistanê spasiya Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê kir û pişt re behsa prosesa siyasiya Iraqê, pêngavên Serokwezîrê Iraq û aloziyên heyî yên li deverê de kir û got: "Mebesta me ji vê serdana han giftûgo kirin li gel rayedarên Kurdistanê ye jiber ku Kurdistan beşeke ji çareseriyê û nimûneyeke ber çave li deverê de."
Di berdewamiya hevdîtinê de Mesrûr Barzanî jî bixêr hatina heyeta NY kir û bi kurtî behsa kêşeyên dîrokî yên li Iraq û deverê kir û got: "Kêşeya serekî ya li deverê de girêdayî bi setraktora Iraqê û ew bê baweriya bihêze ku di navbera aliyên siyasî û pêkhateyan deye lewre lawzime rêyeke nû were dîtin bo lihev kom kirina pêkhateyên han, jiber ku di dema diyar kirina sînorên deverê de pirs bi şînî û xelkên wan deveran nehatiye kirin lewre lazime ku civaka cîhanî roleke ektîftir bilîze û bi siyaseteke serdemiyane tev bigere."
Derbarê pêngavên Serokewzîrê Iraqê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime ev pêngavên han bi rawêj kirin û agehdarkirina pêkhateyên din werin cîhbicîhkirin û nabe reformên abûrî li ser hesabê reformên siyasî werinkirin û lazime ew herdu reformên han bihevre werin kirin da ku alozî û kêmaniyên heyî aloztir nebin.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Mesrûr Barzanî behsa prosesa siyasiya Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DAIŞê û ew hijmara zêde ya penaberan yên ku li Kurdistanê dene kir û got: "Ew tişta ku niha li Kurdistanê de heye nimûneya pêgehêştîbûna prosesa demokrasiya Kurdistanê ye, lê belê nêrînên cuda li hember kêşeyan hene lewre veger bo gel û îradeya gel baştirîn bijarde ye bo çareserkirina kêşeyên heyî û ew yek zêdetir dîmokratîktire."
Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku aloziyên siyasî li Kurdistanê de ti bandoreke xerab li ser eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê nekiriye û Hêzên Pêşmerge û asayîşê bi yekgirtî û hevbeşî erkên xwe cîhbicîh dikin û hêvî dikim ku aliyên siyasî jî lihev bikin




