Şoreşa Îlonê bandor li hemû perçên Kurdistanê kir..Vejîneke dîrokî bû di awayê xebatê de

Hewlêr-KDP.info- Beriya 54 salan, di 11ê Îlona 1961ê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêveberatiya Barzaniyê Nemir bo redkirina dagîrkeran û zilmê û azadiyê dest bi Şoreşa Îlonê ya mezin kir. Bi nêrîna çavdêrên siyasî û berpirs û mamosteyên zanîngehê, ew şoreş ji Xaniqîn heta Zaxo, kurd kirin yek û ew vejîneke dîrokî bû di awayê xebatê de.
Derbarê Şoreşa Îlonê, kesayetiya siyasî ya kurd Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: "Şoreşa Îlonê şoreşeke girîng bû, hemû xelk kirin yek, ji Xaniqîn heta Zaxo. Bandora xwe li ser perçeyên din ên Kurdistanê jî kir. Piştire jî serkirdatî wê jî yek partî û yek kes bû, lewma wisa bi bandor û yekgirtî bû."
Dr. Mehmûd Osman wiha got: "Giringtirên destkefta wê şoreşê ew biryara 11ê Adarê bû, ku ji bo Kurdistanê pir girîng bû, ku heta radeyekê mafên siyasî û kultûrî û kargêrî û leşlerî yên kurdî hatin çespandin, tevî ku cihbicih nebû, lê heta niha jî maye û wek biryarekî girîng û dîrokî bû."
Wî siyasetmedarê kurd wiha domand: "Kurdan her şoreşik kiribin, wê demê eger yekgirtî bûbin , destkeftên zêdetir bi dest anîne, eger yekgirtî jî nebûye û dûberekî bûbin, ti destkeft û serkeftinên wisa mezin bi dest neanîne, lewma pêwîst e kurd di nav xwe de yekgirtî be û berjewendiya partiyan di asta duyem de be û têkevin piştî berjewendiya neteweyî ya kurd."
Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: "Tevî ku Şoreşa Îlonê karî ji aliyê siyasî û hizrî û civakî mirovekî wisa perwerde bike ku rapere û daxwaza mafê xwe bike, herwiha civakek jî dirust kir ku daxwaza maf û azadî û wekhevî û dadperwerî û demokrasî dikir. Şoreşa Îlonê mafê xweseriyê bi dest anî, hemû karînên PDK xiste ger bo ku karibin otonomiyê bisepînin bi ser hikûmeta Iraqê. Vê şoreşê bêomîdî şikand û xewna dijminan binax kir, kurd ji hemû caran baştir rabûn ser lingê xwe."
Elî Ewnî wiha got: "Dema împratoriya Osmanî rûxiya, gelê kurd ji ber ku neyekgirtî bû, derfeta bûna dewletî ji destê wan çû. Niha derfetekî dîrokî bi dest hatiye, 100 sal derbas bû heta ev derfet bi dest hatiye, bi gotûbêjekî pir bêmane dibe ku bi destê kurdan jidest biçe."
Mamostayê zanîngehê û dîroknas Dr. Xelîl Etrûşî bi vê boneyê ji malpera KDP.info re ragihand: "Peydabûna şoreşa 11ê Îlonê lapereke nû bû di dîroka bizav û şoreş û serhildana kurdan de peyda bûye, Şoreşa Îlonê bi werçerxaneke dîrokî di şêweyê xebatkirinê de dihête liqelemdan, bo yekemîn car bû şoreşeke kurdî sînorê navçegerî derbaz biketin û hemî devera yên Baûrê Kurdistanê vegerîtin, herwisa bo yekem car bûye hemî tex û çînên milet bi yek armanc beşdarî di şoreşê de bikin bi dirûşmên zor eşkere ku girêdayî xudmuxtariya Kurdistana Başûr bûye, herwesa."




