25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi hezaran kes gihîştin Cizîrê..Dixwazin dorpêça ser Cizîrê bişkînin

Çavkanî: KDP.info

Cizîrê-KDP.info- Bi hezaram kesên duhî ji Şirnexê û ji navçeya wê Silopiyayê ber bi Cizîrê re ve rêketin xwe gîhandin navçeyê.

 Şanda HDPê ya ku bi mebesta şikandina dorpêça li ser Cizîra Botanê, ji Amedê ketibû rê, di navbera bajarên Hezex û Cizîra Botanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat tiqûfkirin.

Hat gotin ku hêzên ewlehiyê ji şanda HDPê re gotine, mezin wan ferman dane, ku neahêlin şanda HDPê derbasî Cizîra Botan bibin.

Di nav şanda HDPê de, hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, her du wezîrên hikûmetê yên HDPê û 40 parlamenterên wê partiyê û gellek welatî hene.

Ev 7 roj in bajarê Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatiye dorpêçkirin û derketina derve jî hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyan, tenê şeva borî 8 kes ji aliyê hêzên Tirk ve hatine kuştin lê malbatên wan kuştiyan nikarin cenazeyên xwe veşêrin.

Bi hezaran welatiyên ji Şirnexê û navçeya Silopiyayê yên ji bo piştgiriyê bidin Cizîrê duhî ber bi Cizîra Botan ve rêketin îro piştî çend rêbendên polîs û leşkerên Tirkiyeyê derbas kirin serdê navçeyê bûn.
 
Derbarê rewşa navçeyê de diyar kirin, derketina kolanan qedexe ye, gelek sivîl hatine kuştin lê hejmara wan nediyar e, xwarin û av nema ye, xelk birçî ne.

Herwiha hêj li hinek taxên bajêr dengên çek û topan tê bihîstin û dibe ku êriş li wan kesên ji Şirnex û Silopiyayê hatîne were kirin. 
 
Ji aliyê din ve bi sedan şofêrên Bakurê Kurdistanê yên li devera Zaxo ya Başûrê Kurdistanê kar dikin, ji Başûr ber bi bajarê Cizîra Botanê ve meşiyan lê meşa wan rastî êrişa hêzên ¬¬Tirk hat. Tê gotin di bûyerê de heta niha şofêrekî jiyana xwe ji dest daye û hinek şofêr jî birîndar bûne.
 

Nûçeyên têkildar