25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Gelê Kurd ji armancên xwe yên serekî nêz bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KD.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek derbarê salvegera şoreşa Îlonê de belav kir û tê de ragihand ku gelê kurd ji armancên xwe yên serekî nêz bûye.

Bi minasebeta salvegera şoreşa mezin ya Îlonê yaku di roja 11ê Eylûla sala 1961an de bi rêberatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî destpê kiribû, mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek pêşkêş kir.

Mekteb siyasiya PDKê di destpêka peyama han de silav û rêzên xwe pêşkêşî pêşmergeyên qehreman û şehîdên Kurd û Kurdistanê û herwiha malbetên wan kiriye.

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê di berdewamiya peyama han de eşkere kiriye ku destkeftên niha yên gelê Kurd berhema ked û xebata şoreşa Eylûlê ne û şoreşa Îlonê bûye sedem daku dagîrker û kedxwar vê yekê fêm bikin ku ti tiştek anjî ti zilm û hêzek nikare îradeya azadîxwaz ya gelê Kurd tune bike.

Di berdewamiya peyama han de behsa vê yekê hatiye kirin ku gelê Kurd niha gelek nêzî armancên xwe yên serekî bûye û bo bidest xistin û parastina armancên han pêwîste gelê Kurd û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî tev bigerin
Hezaran silav bo Barzaniyê nemir wek raberê Şoreşa Şlonê û darêjerê nirx û amancên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê.

Silav bo kak Îdrîsê hemîşe sax û endazyarê bereya Kurdistanî  û yekrêzî û tebayia gel û hêzên siyasî.

Silav bo xelkê serbilin û xoragir ê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û çînan, ku tehemulî van qeyranên aborî û ewlehî kirine.

Silav bo gelê me yê ku heta niha pêbndî nirxên Şoreşa Îlonê û tevger rizgarî û demokratîxwaz a Kurdistanê û bi îradeya şoregîrî rijd in li ser temamkirina erkên wê tevgerê heta ku bigihên serxwebûnê.

Di vê helkeftê de, silav bo wan pêşmergeyên qehreman ên Şoreşa Îlonê ku hêj bi canê berxwedanî yê xortan şer dikin.

Silav bo hemû pêşmergeyên Kurdistanê ku bûne sembola azadî û roja azadîxwaziyê li hemû cîhanê.

Nûçeyên têkildar