26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

TEVGER: Wêneya Alan sembola bêdewletbûnê bû

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Amed- TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ (TEVGER) dibêje ku, wêneyê Alan ê Kurd li ser qeraxên Deryaya Spî sembola bêdewletbûnê bû.

TEVGERê di daxuyaniyekê de, ku kopiyek jê bo KDP.info hatiye şandin,nivîsiye: “Alan ne bi tenê navek e. Ew sembolek e. Sûretê wî, yek ji sûretên bêdewletbûna me Kurdan e. Di bin navê wî de navên bi hezaran zarokên Kurd ku ji alîyê dagirkeran hatine kuştin an jî dagirkerî bûye sedema kuştina wan hene. Cemîle li Cizîrê tê kuştin û laşê wî di dolaban de tê veşartin, Alan li behrê jîyana xwe ji dest dide. Sedema hemû van kuştinan, dagirker û dûvikên wan in.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Alan bû sembolek. Sembola bêdewletbûnê… Lê ne sembola yekemîn e. Bi hezaran sembolên me hene. Mixabin di her kuştineke de ji dêvla sîyaseta netewî bê xurtkirin û ji bo dewletbûnê projeyên demdirêjî bên çêkirin; di her kuştinê de refleksên demkî tên nîşandan û piştî demekê tên ji bîr kirin.“”

TEVGERê wiha daxuyaniya xwe berdewam dike: “Dagirker ji xwîna Kurdan têr nabin û heta dagirkerî bidome emê hîn li ser bi hezaran Alan’an daxuyanîyan binivîsînin. Divê Kurd êdî guh nedin peyvên “biratî” û “demokratîkkirina dakirkeran” ên dûvikên dagirkeran û ji bo serxwebûnê têbikoşin. Ji ber ku di vê rewşê de tu şense jîyana Alan’an tuneye.“”

Di dawiya daxuyaniyê de, TEVGERê wiha anî ziman: “Alan him suretê bêdewletbûnê ye û him jî nîşana eyba me Kurdan e. Loma emê sûretê wî tim li ber çavan bihêlin ku em wek Kurdan ji vê sûretê fedî bikin û ji bo ji holê rakirina sedema kuştina zarokan, ji bo dewletbûna/serxwebûna Kurdistanê, têbikoşin.“”

Nûçeyên têkildar