Serkirdeyekî Yekgirtû: Civîna 18ê Gulanê civîneke gelek girîng bû

KDP.info-Dihok-Endamekî serkirdayetiya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê dibêje ku, eger hemû aliyên siyasî yekrêziya xwe biparêzin, dê hemû pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê çareser bibin, dibîne jî ku civîna 18ê Gulanê yek ji civînê herî girîng bû.
Xazî Seîd di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ew wek Yekgirtûya Islamî ligel lihevkirinê ne, lewma her pirseke ku rehendên wê yên niştimanî hebe, divê li ser mêza danûstanê bê gotûbêjkirin û lihevkirin li ser çêbibe.
Seîd da zanîn ku, civîna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yek ji civînên herî girîng bû, lihevkirin li ser gelek xalên girîng hat kirin, lê mixabin yek ji wan xalan nehat cîbicîkirin, di destpêkê de jî xala derbarê pêkanîna odeya operasyonan ji bo serxwebûna Kurdistanê.




