26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Ocalan ji Tirkiyê re gotiye: Çaverêyî peyama aştiyê ji min nekin”

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Tirkiyê- Biryar bû ku di roja aştiyê ya cîhanî de, ku dike 1ê Îlonê, rêberê girtî yê PKK, Abdulla Ocalan, peyameke aştiyê belav kirine, ku têde daxwaz ji PKK kiriba ku şer rabigre, lê ew name nehat belavkirin.

Rojnamevanê navdar ê Tirkiyê û berpirsê nivîsgeha Hûryyet li Enqereyê, Denîz Zîrek, di hevpeyvînekê de ligel CNN, bersiva pirsayara sedema belavnekirina nameya Ocalan da.

Denîz Zîrek dibêje: “Niha wek caran giraniya Ocalan li cem Qendîlê nemaye û ew guh nadênê, lewma pêwîste niha hemû hewleke Ocalan bo vegera wê hejmûnê ye biser Qendîlê, ji ber ku ev demek e dirêje ku ew guh nadin biryarên Ocalan û vê yekê jî ew dilgiran kiriye.”

Zîrek dibêje jî ku, şandeyek ji Hikûmeta Tirkiyê serdana Îmralyê kirine û ligel Ocalan rûniştibû, ji bo ku banga rawestandina şer bike, lê Ocalan ji şandê re gotibû: “Eger ez ji Qendîlê re bêjim jî ew şer ranagirin, lewma ez wek serokekî ji giraniya xwe nayênim xwar û çaverêyî peyameke bi vî awayî jî ji min nekin.”

Navborî tekez kir jî ku, Ocalan niha hewla vegerandina desthilata xwe li Qendîlê dide, da ku kes ji gotina wî dernekete.
 

Nûçeyên têkildar