26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: PDKê amadebûna xwe bo derbasbûn ji vê qeyranê nîşan daye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî li Hewlêrê ligel kadir û endamên şaxa 2 ya PDKê civiya û di wê demînarê de ji amadebûyan re ragihand ku, PDKê bi temamî amadebûna xwe ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re diyar kiriye ku ew ligel derbasbûna herêmê ye ji vê qeyranê.

Îro Endamê mekteb siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana şaxa du ya PDKê ya li Hewlêrê kir û li gel kadr û endamên PDKê civiya.

Piştî civînê di semînarekî de Mesrûr Barzanî behsa rewşa dawî ya deverê û pêşhatên siyasî yên navxwe ên Kurdistan û deverê kir û got ku, PDKê bi temamî amadebûna xwe ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re diyar kiriye ku ew ligel derbasbûna herêmê ye ji vê qeyranê.

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ku aloziyên vê dawî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bilez û bi rêya diyalog û danûstandinan werin çareserkirin.

Nûçeyên têkildar