26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîsyona Mafê Mirovan Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xelat kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Di merasîmekê de Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê xelata xwe ya salane wek rêzlênan û spasguzarî da Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

Îro 9ê Îlonê li bajarê Bexdayê bi çavdêriya Dr. Selîm Cibûrî Serokê Parlamentoya Iraqê, îsal wek karaktirîn aliyê mirovî li Iraqê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, ji aliyê Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê xelata rêzlênanê da Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

Derbarê wê yekê de, Mûsa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand: “Ev xelata ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê gihîşt dezgeha me, ew jî li ser xebat û keda karmendên dezgeha me, ku bi salan e û bê cudahiyên olî û neteweyî xizmeta koçberan dike.”
 

Nûçeyên têkildar