26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kemal Kerkûkî: Me karekî wisa li DAIŞ kir, ku ji bîra wan neçe

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymanan li eniya rojavayê Kerkûk û Dubiz li gundên Sede û Xeret Îdrîs û Gubêbe û nahiyeya Riyaz terorîstên DAIŞê borduman kirin û ziyanekî mezin gehandin terorîstan.

Dr. Kemal Kerkûkî, Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û Dubiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê şevê din, dest bi topavêtin û teqekirina çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge dest bi berseva wan kirin û bi qehremanî li wan dan.”

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk û Dubiz wiha got: “Wan terorîstan gelek ziyan dîtin, ku bi ti awayî wê derbeya ku şevê din li wê eniyê jibîr nakin.”

Kerkûkî wiha domand: “Di wî şerî de tîmên balafirên hevpeymanan bi hevahengî hewlagîrî wê eniyê karîn terorîstên DAIŞê li nava gundên Sede û Xeret Îdrîs û Gubêbe û nahiyeya Riyaz bidin ber bombeyan û gelek kesan ji wan bikujin û gelekan jî birîndar bikin.”

Nûçeyên têkildar