26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Dewleta terorê wek kert bikar bîne, dê di dawiyê de wê bişewitîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Heyva Sor a Îmaratî kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, teror gefeke giştî ye li ser hemû mirovatiyê û pêwîst e bi hemû awayekî rê li pêşiya geşekirina wê were girtin û sedema derketin û berfirehbûna wê were dîtin. Herwiha da zanîn ku, nabe dewlet terorê wek kertekê li dijî hev bikar bînin, ji ber ku di dawî de dê agirê terorê wan jî bişewitîne

Îro Çarşemê 9/9/2015 li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke heyva sor ya Emaratên yekgirtî yên Erebî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê Heyva Sor Muhemed Etîq Elfelahî kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê Emaratê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû Elfelahî silav û rêzên Emîrê Emaratê Şêx Muhemed bind Ziyad Elnehiyan gehande Serok Barzanî.

Nav hatî herwiha behsa rewşa bihevre jiyanê li Kurdistanê de kir û ev rewşa han bi rewşeke gelek baş wesif kir û pesna rola Serok Barzanî di warê parastina pêkhateyan û bicîh kirin û hevkarî kirina penaberan û şerê dijî terorê da û rola Serok Barzanî di vê warî de bi roleke girîng wesif kir.

Heyet herwiha spasiya hêzên pêşmerge kir ku bi qurbanîdana xwe welat û asayîşa dever û cîhanê diparêzin.

Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hinek ji kar û çalakiyên heyva sor ya Emaratê kir û balkêşande ser ev kar û çalakiyên ku li Kurdistanê de bo hevkarî kirina penaberan cîhbicîh kirine.
Herwiha spasiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî hate kirin ku di warê hevkarî kirina penaberan de roleke gelek girîng û serekî lîstiye.

Li hember de jî Serok Barzanî bi germî bixêr hatina heyeta mêwan kir û spasiya gel û hikûmeta Emarartên yekgirtî jî kir û kar û çalakiyên heyva sor jî bi girîgn wesif kir û ragehand ku gelê Kurd û hikûmeta Kurdistanê ti carî ew helwesta mirov dostane jibîr nake.

Serok Barzanî wiha got: “Teror gefeke giştî ye li ser hemû mirovatiyê û pêwîst e bi hemû awayekî rê li pêşiya geşekirina wê were girtin û sedema derketin û berfirehbûna wê were dîtin. Herwiha nabe dewlet terorê wek kertekê li dijî hev bikar bînin, ji ber ku di dawî de dê agirê terorê wan jî bişewitîne.”

Nûçeyên têkildar