Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarê terorîstiyê li bajarê Bexda şermezar kir

Duhî roja yekşemiyê 21.10.2012ê Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarê terorîstiyê li navçeya Kazimiyeya bajarê Bexda şermezar kir.
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya wê kirdara terorîstiyê gihîşt me ku roja şemî rêkefta 20.10.2012 li navçeya Kazimiye ya bajarê Bexda rûda û li encamê da bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarekî zêdeyê welatiyan.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî bi tundî şermezarkirina wê kirdara terorîstiyê, hevxemiya xwe ji bo kesukarên qurbaniyên vê rûdawa diltezîn derdibrê û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazê.
Li heman demî de dûpat dikîn her kirdar û destdirêjiyek ji aliyê her kes û aliyek ve li ser welatiyan û aramiya welat bê encamdan ji aliyê me ve tê şermezar kirin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr
21.10.2012




