‘Kurdistan pabendê peymanên navdewletî ye’
__2015_09_09_h15m41s33__LB.jpg)
KDP.info-Cenêv- Cîgirê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragehand ku Herêma Kurdistanê di mijara mafên mirovan de pabendê peymanên navdewletî ye û ti zindanek nehênî jî li Kurdistanê nîne.
Şandekê ji Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Cîgirê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, beşdarê civîna Neteweyên Yekbûyî ya derbarê mafê mirovan de bû ku li bajarê Swîsre Cenevreyê birêve diçe.
Di civînê de Zêbarî gotara hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeş kir û diyar kir ku gelê Kurd di dirêjiya dîrokê de çendîn car rastê komkujiyan hatiye. Zêbarî behsa komkujiyên rejîma Baas kir û diyar kir ku tenê di di navbera salên 1980 û 90’î de 182 hezar Kurd bi destê vê rejîmê hatine qetl kirin û niha jî cihê termê gelekan ne diyare. Dîndar Zêbarî daxuand ku herî dawî ji di encama êrîşa rêxistina terorîstî yê DAIŞ’ê gelek Kurdên Êzdî hatine revandin û qetil kirin.
Zêbarî diyar kir ku heta niha ew tawanên li dijî gelê Kurd hatine encamdan bi başî nehatine tomarkirin û got: ”Ev yek gelek pêwîste bo mafê kesûkarên qurbaniyan bê parastin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car daxwaz ji NY kiriye ku belge û dokumentên van komkujiyan bêne komkirin.”
Zêbarî dazanîn ku hikûmeta herêma Kurdistanê di mijara mafên mirovan de pabendê rêkeftinên navdewletî ye. Zêbarî derbarê Hêzên Pêşmerge jî got ku Pêşmerge ne hêzek milisiye û li got yasaya 5 ya madeya 121 ya destûra Iraqa Federal a sala 2005ê erkê Pêşmerge weke parastina Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Zêbarî got ku li gor yasayan Herêma Kurdistanê dikare hêzên xwe yên ewlekarî û asayîşê pêk bîne.
Cîgirê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, diyar kir ku li herêma Kurdistanê ti zindanek nehênî nîne û her kesek ku bê girtin li gor yasayan tê darizandin û mafê parastina xwe heye. Biryara dawî ji ji aliyê wezareta navxwe tê dayîn.
Zêbarî amaje bi wêyekê jî kir ku li gor yasaya jimare 3 ya sala 2006’ê yasayek taybet ê li dijî terorê hatiye amadekirin. Li gor vê yasayê kesên ji ber tometa terorê jî hatibine girtin, helwestek tund û xirap ligel wan nayê kirin. Zêbarî dazanîn ku ji sala 20014’ê ve 322 kes jiber tometa endamtiya DAIŞ’ê hatine girtin û di encama dadgehê de 83 kes ji wan hatine azad kirin.
Cîgirê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê hewlek mezin dide bo rizgarkirina Kurdên Êzdî di destê DAIŞ’ê de. Zêbarê daxuyand ku DAI’ŞÊ 5 hezar 838 kes revandibûn. ji van 3 hezar 192 kes jin bûn. Heta 16’ê Tabaxa 2015’ê 2 hezar 80 kes hatine rizgar kirin. Ji van 785 jinin.
Civîna Neteweyên Yekbûyî ya derbarê mafê mirovan de heta 18’ê Îlonê berdewam dibe.




