Arif Teyfûr bû berpirsê eniya Xazirê

KDP.info-Xazir- Arif Teyfûr ku endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, li şûna Şehîd Ferîdon Ciwanroyî, berpirsiyariya eniya Xazirê wergirt.
Piştî şehîdbûna feramndarê Pêşmerge û endamê polîtbîroya PDK Ferîdon Ciwanroyî, niha Arif Teyfûr şûna wî di serpereştiya eniya Xazirê ya şerê li dijî terorîstên DAIŞê, wergit.
Arif Teyfûr ku endamê polîtbîroya PDKê ye û cîgirê serokê berê yê Parelementoya Iraqê bû, ji KDP.info re piştrast kir ku, wî cihê Şehîd Ciwanroyî girtiye.




