26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Qeretepe dixwazin Pêşmerge wan biparêzin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Qeretepe- Şeva borî terorîstên DAIŞê çen guleyên Hawen arasteyî Qeretepe kirin, di encamê de 2 polîs birîndar bûn, piştre jî Heşda Şeibî bi awayekî bê serûber gundên Sinnenişîn topbaran kirin, Kurdên wan navçeyan jî derbider bûn û daxwaza hatina Pêşmergeyan dikin.

Berpirsê navçeya Qeretepe yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Kemal Ibrahîm ji KDP.info re ragehand ku, ji ber topbaran DAIŞ û Heşda Şeibî, niha Kurdên bajarokê Qereteûe û navçeyên din wek Kelarê ji malên xwe derketine, ji bo ku jiyana xwe biparêzin.

Kemal Ibarîh tekez kir jî ku, xelkên navçeyên daxwaza hatina hêzeke ji Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, da ku wan û malên wan biparêzin.
 

Nûçeyên têkildar