Îbrahîm Xelîl bi roj vekiriye û bi şev girtî ye

Zaxo-KDP.info- Qayimqamê Bajarokê Zaxo ragihand ku, ji saet 6ê sibehê ve heta 7ê êvarî sînorê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl vekiriye û bi şev jî ew sînor girtî ye, ew biryar ji aliyê Tirkiyêve hatiye derxistin û ti pêwendiya me pê ew tine ye.
Xelîl Mehmûd Qayimqamê Bajarokê Zaxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji saet 6ê sibehê ve heta 7ê êvarî sînorê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl vekiriye û bi şev jî ew sînor girtî ye, ew biryar ji aliyê Tirkiyêve hatiye derxistin û ti pêwendiya me pê ew tine ye. Ji aliyê Tirkiyê ve tê girtin ji ber aloziyên li Cizîra Botan û Silopî.”
Tê zanîn ku ev çend roj in ku li navçeya Silopî û Cizîrê Artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer dikin û hejmarek welatiyên sivîl şehîd û birîndar ketine.




