Fazil Mîranî: PDKê dixwaze kirîza Tirkiye bi aştiyane çareser bibe
__2015_09_08_h21m54s30__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê de ragihand ku civînên aliyên siyasî berdewam inbo gihîştin bi tifaqekê.
Îro Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwazî li Mihemed Akif Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û alîkarê wî kir.
Di wê hevdîtinê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye li ser asteke bilind hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan behsa qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê kirin.
Fazil Mîranî ragihand ku aliyên siyasî berdewam in li ser gotûbêjkirinê bo gihîştin bi tifaqekê, ew jî bo dawîhatina vê kirîzê. Herwiha amadebûna PDKê bo çareseriyeke aştiyane bo rewşa niha ya Tirkiye û ligel wê yekê ku her cihekî Kurdistanê bi aştî çare bibe.
Ji aliyê xwe Konsulê Tirkiye pêwendiyên navbera herdu aliyan bi serkeftineke dîrokê da zanîn û hêvî xwest ku ew pêwendî geştir bibin, herwiha ewlehiya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bi girîng zanî.




