Bavê Alan: Nêçîrvan Barzanî ez dilxweş kirim..Ji mir re got, tu birayê me ye
__2015_09_08_h19m7s5__LB.jpg)
Enqere-KDP.info- Bavê wî zarokê kurd ê ku ew û bira û dayika xwe di deryayê de li ser rêya Ewropayê xwenixîn, got Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî telefona wî kir û ew dilxweş kir û jê re got, ti birayê me ye. Herwiha da zanîn ku, piştî çûna zarokên wî, ne bi tenê nasnama Tirkiyê, eger tevahiya dinyayê bidin wî, ew naxwaze.
Bavê Alan, Ebdullah Kurdî di daxuyaniyekê de ji televîzyonekê re behsa pêwendiya telefonê di navbera wî û Nêçîrvan Barzanî kir.
Ebdullah Kurdî wiha domand: “Herwiha ez spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim, ku ew bi telefonê bi min re axivî û ez dilxweş kirim. Wî ji min re got: Tu birayê min î, ev jî li cem min peyveke mezin e, tu birayê min î û deriyê Hewlêrê ji te re vekirî ye, tu yek ji me ye û tu çi alîkariyê bixwazî ez amade me, xwedê wî biwefiqîne. Ti serokekî welatekî erebî bi min re neaxivî.”
Bavê Alan wiga got: “Ez spasiya hikûmeta Tirkiye dikim, wan jî alîkariya min kir, nehiştin ez lîreyeke Tirkî bidim, ji dema wergirtina cenazeyan heta veşartinê, bi xwedê heya niha jî telefona min dikin, dixwazin nasnameya Tirkiye bidin min, xwedê xêra wan qebûl bike, lê ez niha ne bi tenê nasnameyê, piştî çûna zarokên min, eger tevahiya dinyayê bidin min, ez naxwazim.”
Roja Çarşema borî termê zarokekî xeniqî li ser kenarê Bodrum hat dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hat belavkirin û hemû cîhan hejand.
Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayîka xwe xeniqîn, eşker bû ku ew xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bû. Roja Înê Alan li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.




